Îran: Em guh nadin gefên Amerîkayê

06-02-2017
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Mûşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, baweriya Îranê bi ti awayî li Amerîkayê nayê û qet guh nade gef û daxuyaniyên tund ên berpirsên amerîkî.

 

Îro Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî li Tahranê di civînekê çapemeniyê de got, “Îran pêngavên xwe li gorî parastina berjwendiyên xwe û gelê xwe diavêje.”

 

Qasimî balkişande ser daxuyaniyên tund ên berpirsên Amerîkayê û diyar kir; “Ti baweriya Îranê bi Amerîkayê nemaye. Îran qet guh nade gef û daxuyaniyên tund ên berpirsên Amerîkayê. Em fêrî van curên daxuyaniyan in. Di paşerojê de jî diyar be ku kî ji van gotinan zirar dike.”

 

Behram Qasim herwiha daxuyand, divê Amerîka bizane ku pêwîste danûstandinên ligel Îranê ciyawaz bin.

 

Ev yek di demekê de ye, ku li hember ceribandina mûşekên balîstîk, berpirsên Amerîkayê daxuyaniyên tund li dijî Îranê dabûn.

 

Daxuyaniyên herî tund ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatibûn dayîn. Trump gotibû Îran bi agir dilêze û herwiha li dijî Îranê hemû bijardeyek jî li ber destê wan e.

 

Serokê Kongreya Amerîkayê Paul Ryan gotibû; “Ez piştgirî didin girankirina cezayên ser Îranê. Îdareya berî ya Amerîkayê li hember Îranê nerm bû. Divê neyê ji bîrkirin, ku Îran sponserê herî mezin ê terorê ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst