Îro li Îranê Remezan û li Rojhilatê Kurdistanê jî cejn e!

04-06-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Meha Remezanê Rojhilatê Kurdistanê Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku hikûmeta Îranê ragihandiye ku roja Çarşmê cejna Remezanê ye, lê Serokê Mekteb Qurana Kurdistanê û Hakim Şeriê Kurdistanê, Hesen Emînî ji Rûdawê re ragihand, li navçeyên Sune mezheb ên Rojhilatê Kurdistanê îro Sêşemê cejn e.

 

Hesen Emînê dibêje, li piraniya mizgeftan jî xelk hatiye agehdarkirina ku îro Sêşemê cejn e û tekez kir, cejna Remezanê boneyeke olî ye û ew li gel Sune mezheban dikin cejin û li bendê namînin ku li gel Şîe mezheban cejna xwe bikin.”

 

Ev daxuyaniya Hesen Emînî di demekê de ye ku îro 4ê Hezîranê salvegera koça dawî ya Damezrînerê Komara Îslamiya Îranê, Ruhullah Xumêynî ye.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, navendên emnî û olî yên ser bi hikûmeta Îranê ve daxwaz ji mamostayên olî yên Rojhilatê Kurdistanê kiribûn ku îro Sêşembiê nekin cejn.

 

Lê belê Hesen Emînî got: “Cejna Remezanê ji boneyek koça dawiyê mezintir e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst