Koşka Spî: Rêkeftina (5+1) tenê li ser bernameya atomî ye

04-04-2015
Hoşmîn Iniz
A+ A-

Navenda Nçeyan- Amerîka ragihand ku rêkeftina 5 + 1 ligel Îranê tenê li ser bernameya atomî ya wî welatî bû. Herwiha da zanîn ku, ew ti rêkeftinekê îmze nakin, ku tê de gef li ser Îsraîlê hebe.

Berdevkê Koşka Spî, Eric Schultz duhî di konferanseke rojnamevaniyê de wek bertek li hember gotinên Serokomarê Îranê Hesen Rohanî, wiha got: “Ev lihevkirin tenê li ser bernameya atomî ya Îranê bû.”

Hesen Rohanî wiha gotibû: “Danûstandinên me ji me re, pêngava yekem e bi aliyê pêwendiyên baş ligel welatên cîhanê.”

Lê Berdevkê Koşka Spî, Eric Schultz wiha got: “Ez fêm dikim ku Hikûmeta Îranê di rewşekî wiha de ye ku pêwîstiya wê bi firotina vê rêkeftinê bo xelkê xwe heye, lê li cem me, tenê li ser bernameya atomî bû û tiştekî din li xwe nagire. Em tenê li ser wê mijarê civiya bûn.”

Schultz di bersiva pirsa ku, gelo ev lihevkirin dikare bibe destpêkek bo pêwendiyên nû di navbera Îran û welatên cîhanê de? Wiha bersiv da: “Ez di wê baweriyê de me ku ew mijarên ku li dervey bernameya atomî ne û bûne cihê dilgiraniya me, her wek duhî û îro li cihê xwe mane û ti guhertinek bi ser wan de nehatine.”

Piştî gotûbêj û hevdîtinên dûrdirêj, Îran û welatên endamên dayimî yên Encumena Asayişa Navdewletî û Almanya (koma 5+1) li bajarê Lozanê yê Swîsrayê li ser çawaniya çareserkirina kirîza etomî ya Tehranê lihev kiribûn.

Serokê Amerîkayê Barack Obama li ser vê yekê daxuyaniyek da û ragihand, Îranê qebûl kiriye ku heta 15 salan uraniyomê nemeyîne û li hember vê jî civaka cîhanî razî bûye hinek dorpêçên li ser wî welatî were betalkirin. 

Obama diyar kir ku ev rêkeftin li ser bingeha pêbaweriyê nîne lê li ser rastî û pratîkê ye û got, eger Îran rêkeftinê binpê jî bike heta 10 salan nikare çekên etomî çêbike.

Di kzîra atomî ya Îranê de, welatên rojava ji Tehranê dixwazin meyandina uraniyomê bide sekinandin.  Li hember vê yekê jî dorpêçên aborî dê li ser Îranê bê rakirin.

Îsraîl dilgiraniya xwe li hember rêkeftina Îran û welatên endamên dayimî yên Encumena Asayişa Navdewletî û Almanya ragiahnd.

Lê Berdevkê Koşka Spî wiha got: “Em ti rêkeftinekê ligel Îranê îmze nakin, ku tê de gef li ser Îsraîlê hebe.”

Ew rêkeftin rastî bertekên welatên erebî jî hat, ku hêvî kirin ku Îran ji aliyê xwe ve bicîh bîne.

Şahê Erebistana Siûdiyê, Selman Kurê Ebdulezîz Al Siûd di pêwendiyeke telefonî de ligel Barack Obama, hêvî xwest ku rêkeftina Lozanê, lihevkirina dawî be, ji ber ku ew mijar dê bibe sedema bihêzbûna asayiş û aramiya navçeyê.

Herwiha welatên erebî yên din jî, bi taybetî Misir û welatên Kendavê, Eman, Qeter û Behrênê pêşwazî li wê rêkeftinê kirin û hêviya serkeftinê jê re xwestin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst