Cewad Zerîf: Amerîkayê xeletiyeke mezin kir

04-01-2020
RÛDAW
Nîşan Mihemed Cewad Zerîf Îran Qasim Sulêymanî Elî Xamineyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand, Amerîka şaşiyeke mezin kiriye. Guman nîne ku wê Îran bersivê bide.

Di hevpeyvîneke televîzyonî de, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand, mafên yasayî yên Îranê heye ku bersiva êrîşa Amerîka bide, lê ew bersiv wê di dem û cihê guncaw de be.

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf dibêje, “Amerîka şaşiyeke mezin kiriye û bê guman wê bersiva me li ser hebe. Wan karek kiriye ku wê di demên pêş de encamên wê bibînin û ti awayî em li paş venakişin.”

Zerîf amaje bi gotinên Rêberê Îranê Elî Xaminêyî dike û dibêje, “Mafê yasayî yê Komara Îslamî ya Îranê heye ku bersivê bide, ew jî di dem û cihê guncawî de,em nakevin bin propagandaya Amerîkayê, em li hemû rêyên guncaw bikar bînin. Weke çawa rêberê bilind gotiye, em dê bersiveke guncaw bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst