Li Beyrûtê alîgirên Hizbulahê êrişî koçberên Sûriyeyî dikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Libnan Hizbulah Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah li Beyrûtê alîgirên Hizbulahê êrişî koçberên Sûriyeyî dikin.

Her wiha hinek koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji malên xwe hatin derxistin.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Piştî kuştina Nasralah ji alouê Îsraîlê ve, koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên li Libnanê û bi taybetî yên li navçeyên Şîeyan, ji tirsa newêrin ji malên xwe derkevin.

Dîmenek gihîşte Rûdawê ku tê de diyar dibe, hinek xortên Libnanî yên alîgirên Hizbulahê êrişî 2 xortên Sûriyeyê dikin û şkence li wan dikin.

Ev bûyer piştî kuştina Hesen Nesrulah, li taxa El-Silimê ya herêma Dahiyeyê Beyrûtê hat encamdan.

Koçber ji malên wan tên derxistin

Li aliyê din, li Taxa Fenarê ya li rojhilatê Beyrûtê berî du rojan dengoyek belav bû ku Îsraîl dê vê taxê bombebaran bike.

Ew tax jî xelkê wê Şîe ne. Xelkê taxê ku Şîe ne, ji wir derket û ew tax vala kir.

Li wê taxê 50 malbatên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene.

Niha xelkê taxê ji koçberan dixwazin ji malan derkevin, ji bo koçberên Şîe yên başûrê Libnanê di wan malan de werin bicihkirin.

Dahiye wekî keleha Hizbulahê ya li Libnanê tê naskirin û Hesen Nasralah li wê derê di êrişeke Îsraîlê de hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst