Galeriya wêneyan

30-07-2020
22 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Sala 1372 koçî ya heyvî ku dike sala 1953 a zayînî, heciyekî Kurd bi navê Hecî Mistefa Îzedî diçe hecê û wêneyên beşeke zêde ji merasimên heca wê demê bi kamêraya wênegirekî Siûdî dikişîne û bi xwe re tîne Kurdistanê.

Hecî Mistefa xelkê bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û 35 sal berî niha koça dawî kiriye. Kurê wî yê bi navê Hecî Yûsif Îzedî ew wêneyên bavê xwe yên dema hecê hilgirtine û parastine û îsal di dema birêveçûna hecê de, ew wêne ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandine.

Hecî Yûsif Îzedî derbarê wêneyan de ji Rûdawê re ragihand, ew wêne rojeke Îniyê hatine girtin û dîroka wan vedigere bo nêzîkî 70 sal berî niha.

Îsal ji ber belavbûna pandemiya koronayê, merasima hecê weke berê nehat kirin û Erebistana Siûdiyê ragihand, ji ber rewşa piştî belavbûna koronayê, îsal tenê dê 10,000 heciyên li nav Siûdiyê beşdarî di ferîzeya Hecê de bikin.