Galeriya wêneyan

28-10-2021
15 Photos

Pêşangeha Dubai EXPO 2020 berdewam e, ev pêşangeh tevî ku bûyereke bazirganî ye û kompaniyên herî giring ên welatan têde beşdar dibin û berhemên xwe yên herî dawî têde nîşan didin, hevdem bûye rûyê welatên beşdar di pêşangehê de jî ku giringtirîn rûyê xwe yê kulturî, dîrokî, destkeftên xwe yên pîşesazî û teknolojîk têde nimayiş dikin.

Ji ber wê jî bi qasî rûyê wê yê bazirganî, rûyê wê yê hunerî û kulturî jî giring e û 192 welat di wê pêşangehê de jûrên xwe hene û nûneratiya kultur û teknolojiya welatên xwe dikin. Herwiha ofîsa her welatekî bi awayekî hatiye dîzaynkirin ku nûneratiya mîrat û dîroka wî welatî dike.

Di pêşangehê de welatê Singapurê tevî ku bi berhemên xwe yên teknolojîk beşdar bûye, lêbelê çendîn corên gul û giya jî anîne wê pêşangehê, ku mebest jê parastina jîngehê û rûbirûbûna germiya hewayê ye.

Foto: Ehmed Yûnis / Rûdaw