Tirkiyê rêjeya petrola xav a ji Îranê distîne kêm kir

26-07-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Îran Amerîka Dorpêç Petrol TUPRAŞ
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Piştî seredana şandeke amrîkî ji bo Tirkiyê û gotûbêjkirina mijara dorpêçên aborî yên bi ser Îranê, Saziya Petrola Tirkiyê ( TUPRAŞ) rêjeya petrola xav a ji Îranê distîne kêm kir. Ev pêngav jî weke daxilbûna Tirkiyê ya di bernemeya dorpêçan a Amerîkayê tê şirove kirin, lê di vê mijarê de dudilîya rayedarên hikumeta Tirkiyê berdewam e.

 

Tirkiye petrola xav ji welatên cuda cuda bi destê kompanyaya fermî  TUPRAŞê dabîn  dike, bi taybetî jî di mijara petrola xav de ji bo Tirkiyê cihekî taybet ê Îranê heye û di rêza yekem de ye.  


Li gorî amarên sala 2017ê Tirkiyê ji Îranê 11 hezar û 500 ton, ji Başurê kurdistan û  Iraqê  7 hizar û 58 ton, ji Rûsyayê jî 2 hizar 75 ton petrola xav standîye. Lê niha Amerîka ji Tirkiyê daxwaz dike ku peywendîyên xwe yên bazirganî bi Îranê re kêm bike ku li gorî şiroveyan pêngaveke wisa dê Tirkiyê zêdetir bixe bin bandora Rusyayê.


Derbarê vê mijarê de şarezayê peywendiyên Tirkiyê û Îranê Seyfedîn Cabuga ji Rûdawê re wiha got: “Eger Amerîka ji Tirkiyê daxwaz bike ku peywendiyên xwe bi temamî bi Îranê re qut bike, wê demê peywendiyên  Tirkiye  Rusyayê dê pêştir bikevin, ji ber ku Tirkiyê petrola xwe ji sedî 30 ji îranê û derdora ji sedî 30 heta 40 ji Rusyayê distîne.”


Saziya fermî ya kirina petrolê TUPRAŞê di mehên dawî de rêjeya petrola ku ji Îranê distîne rojane  ji 240 hezar bermîlan daxistiye 130 hezar bermîlan. Berpirsekî  TUPRAŞê jî vê yekê piştrast dike ku ev yek li gorî bernameya dorpêça aborî ya amerîkayê hatiye kirin.  Li gorî pêşbîniya beşdariya Tirkiyê ya di van dorpêça de bi şiklekî sembolîk be.


Aborînas û karsaz Merîwan Jiyawok jî wiha axifî: “Tirkiye jî dê daxîlî bernameya Amerîkayê bibe, lê ev dê bi şiklekî remzî be. Tirkiye nikare xwe bi temamî ji Îranê qut bike, ji ber ku Îran dergehekî girîng ê enerjiyê ye ji bo Tirkiyê.”


Di navbera Tirkiyê û Îranê de salane nêzîkî 10 milyar dolar bazirganî tê kirin. Tirkiyê qebareyê 2 milyar  û 500 milyon dolaran kelûpelan hinardeyî Îranê dike. Ji Îranê nêzîkî bihayê 7 milyar û 500 milyon dolaran kelûpelan distîne ku zêdetirî  5 milyar dolarên wê beşa enerjiyê li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst