“Cemaat li Başûrê Kurdistanê li 233 kesan guhdar dike”

26-02-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameyeke tirkî aşkere kir ku cemaata Fethullah Gulen li Başûrê Kurdistanê jî li telefonên 233 kesatiyan guhdar kiriye.

Rojnameya Yeni Şafak a tirkî îro raportek belav kiriye û tê de dibêje ku cemaatê li Kerkûkê grûpeke sîxuriyê çêkiriye ji bo li kesatiyên Başûrê Kurdistanê û karsazên Tirkiyê yên ku li wir weberhênanê dikin, guhdar bike.

Li gor rojnameyê, grûpa li Kerkûkê di rêya 9 wergêrên Ereb û Kurd re li wan kesatiyan guhdar dike. Di raportê de hatiye diyarkirin ku ew grûp li 61 karsazên Tirk û 233 kesatiyên Başûrê Kurdistanê guhdar dike, lê navê wan aşkere nekiriye.

Di raportê de herwiha hatiye gotin ku cemaatê ji MÎTa Tirkiyê gotiye ku ew li serkirdeyên PKKê guhdar dikin ji bo haya wan ji liv û tevgerên wan hebin.

Rojnameyê diyar kir ku ew grûp di rêya xetên Korek, Asia û Zain re li wan kesan guhdar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst