Fermandarê Giştî yê HSDê: Biryara Trump em matmayî kirin

25-12-2018
RÛDAW
Nîşan HSD Mezlûm Ebdî Amerîka Vekişîn Trump Rûsya Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî aşkere kir, hewl tên dayîn ku pêwendî li gel Rûsya û hikûmeta Sûriyê bên kirin, da ku valahiya paş vekişandina hêzên Amerîkayê tijî bikin.

 

Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Washington Post a Amerîkî de, Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, ku biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê nepêşbînîkirî bû.

 

Mezlûm Ebdî ji rojnameyê re gotiye, “heta niha Amerîka her soz dida me û pabendî wan sozên xwe dibû û em jî bi heman şêweyî pabendî sozên xwe bûn”.

 

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha gotiye, ku biryara Trump ew şok kirine û wan hesabê xwe jê re nekiribû.

 

Ebdî ji rojnameyê re aşkere kiriye, ku berî biryara Trump bi heftiyekê, Şanderê Taybet ê Amerîkayê Bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey serdana rojhilatê Feratê kiribû û jê re tekez kiribû, ku hêzên Amerîkî venakişin heta ku DAIŞ bi temamî bê jinavbirin û hêzên Îranî bên derxistin û çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyê bê kirin.

 

Li gorî rojnameyê, Mezlûm Ebdî hewla vekirina kanalên pêwendiyê li gel Rûsya û hikûmeta Sûriyê dide, daku wê valayiya piştî vekişîna hêzên Amerîkayê tijî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst