Kremlin: Dibe ku hevdîtina Erdogan û Esed li Moskowê bê kirin

24-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bredevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand, dibe ku hevdîtina Erdogan û Esed li Moskowê bê kirin.

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku dikare bi Serokê Sûriyê Beşar Esad re bicive, Kremlinê derbarê hevdîtina her du aliayan de daxuyaniyek da.

Dmitry Peskov got: “Heta niha derbarê hevdîtina Erogan û Esed de ku li Rûsyayê bê kirin, ti rêkeftinek nîne, lê dibe ku ev hevdîtin bibe.”

Nivîskar Abdulkadir Selvi yê nêzîkî AK Partiyê jî îro di nivîsa xwe de îdia kir, ku dê hevdîtina Erdogan û Esed berî hilbijartinên Tirkiyê yên meha Hezîranê bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst