Hizbulaha Lubnanê dest bi operasyonan kir

24-07-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li derdora Şamê, Hizbullaha Lubnanî dest bi operasyonên leşkerî dike.


Navçeyên sînorî yên di navbera Sûriye û Lubnanê de, bûne meydanên şer û pevçûnên giran. Hevdem Hizbullaha Lubnanî xwe ji bo operasyoneke leşkerî amade dike.

 

Li gorî zanyariyên taybet ji devera Wadî Bereda, operasyona Hizbullah wê li gundewarê Şamê, li Wadî Bereda cîbicî bibe. Mebest jê ew e ku hêla pêwendiyan di navbera hêzên opozisyonê û Qelemûna Rojhilat de were birrîn.

 

Çavkaniyeke taybet ji devera Wadî Bereda eşkere kir ku Hizbullaha Lubnanî hêzên serbazî birine navçeya wan. Ev navçe nêzîkî herdu bajarokên Medaya û Zebedanê ye. Ev herdu bajarokên ku ji aliyê Artêşa Sûrî ve di bin dorpêçê de ne.

 

Hevdem tevgera çekdarên Hizbullah li navçeyên Cirûd Ersal, Cirûd Elqa'i û Ras Bielbek dibin. Ev navçe jî dikevine ser sînorên Sûriyê û bakur û rojhilatê Lubnanê.

 

Hêzên Hizbullah ji navçeya Hureyre ya başûrê Zebedanê dest bi operasyona xwe kiriye. Ew jî cihekî stratejîk e ji opozisyonê re, ji bo derbaskirina çekan di navbera gelek navçeyan de.

 

Bi kontrolkirina Hureyreyê rê li Zebedanî û Medaya li ber hêzên opozisyonê tê girtin, ku dorpêç bi giştî wan digire. Êdî wiha Hizbullah xwe ji bo êrîşa ser van herdu bajaran amade dike.

 

Li gorî ragihandina dijbereya Sûriyê, şer û pevçûn li derdora gundê Hureyre diqewimin. Hizbullah û hêzên Artêşa Sûriyê bi çekên giran ev gund dane ber topbaran û rokêtan.

 

Bi gotina dijbereyê, Hizbullah û Artêşa Sûriyê welatiyên sivîl ji xwe re dikine mertalên mirovî, ji bo ku ber bi pêş ve herin.

 

Beşek ji şirovekarên leşkerî dibêjin: Armanca Hizbullaha Lubnanî ji vê operasyonê ew e ku hin bi hin navçeyên nû bidest bixe ji bo ku rêgiriyê li ber hêzên dijbereyê li devera Zebadanê, Medaya, Qelemûn û Sînorê rojhilatê Lubnanê dirust bike, êdî wê li wan bereyan, bar ji ser Artêşa Sûrî sivik bike û astengiyê ji hêzên opozisyonê re peyda bike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst