Êrişên Tirkiyeyê yên asmanî dest pê kirin

24-07-2015
RÛDAW
F-16
F-16
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Şevê din çend balafirên şer ên F-16 yên Tirkiyeyê çekdarên DAIŞê li nava Sûriyê dan ber bombeyan.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglo ragihand şevê din çend balafirên şer ên F-16 yên Tirkiyeyê çekdarên DAIŞê li nava Sûriyê dan ber bombeyan û 4 navendên wan têk birin.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê ragihand ku, 3 balafirên F-16 saet 03:12 ji Amedê rabûne û saetek û 12 deqeyan li asmanê deverê firya ne û piştre li 4 cihan dane, saet 04:24 jî vegeriyane.


Li gorî peyamnêrê Rûdawê rayedarên Amerîkayê hefteya borî serdana Enqere kiribûn û herdu aliyan li ser 2 xalên girîng lihev kiribûn, yek jê vekirina navenda Incirlîkê ye li pêşiya balafirên Amerîkayê da ku li DAIŞê bidin û ya duyem jî ew e ku Enqere rê lipêşiya çekdarên DAIŞê bigire ku axa welatê wê bikar bîne û êrişî wê jî bike, lê Tirkiyeyê çi ji Amerîkayê xwestiye hêj nehatiye xuyakirin.

 

Duhî êvarî li ser sînorê navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê li sînorê parêzgeha Kilis a Bakûrê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û leşkerên artêşa Tirkiyeyê de derket û di encam de efserekî artêşa Tirkiyeyê hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Piştî wan pevçûnan artêşa Tirkiyeyê derbasî nav axa Sûriyeyê bû û operasyonek pêk anî.

Li gor agahiyan, tîmeke 60 kesî ya artêşa Tirkiyeyê bi tank û çekên giran ve derbasî navçeya Eyaşe ya li nav axa Sûriyeyê bûn. Hat ragihandin, hêza taybet a artêşa Tirkiyeyê bi tankên xwe û çekên giran ve bi rêya gundê Elray derbasî nava 2 gundên ser bi navçeya Bab li aliyê Sûriyeyê bûn û li dijî çekdarên DAIŞê yên li vê deverê operasyonek pêk anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst