Kaplan: YGP û Artêşa Tirkiyeyê bihev re operasyon kirin

22-02-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasip Kaplan derbarê operasyona rizgarkirina 40 leşkerên Tirkiyeyê yên ku li Tirbeya Silêman Şah a li Sûriyê got YGP û Artêşa Tirkiyeyê bihev re operasyon kirin.

 

Artêşa Tirkiyeyê di encama  operasyona duhî şev destpêkirî û îro sibê bi dawî bibû pêstê Silêman Şah û 40 leşkerên Tirbeya Silêman Şah li Sûriyê diparastin ji navçeya Qereqozatê veguhestinbûn Tirkiyeyê.

 

Ew hêza Artêşa Tirkiyê di deriyê sînorê yê Murşitpinarê ya navbera Rojaveyê Kurdistanê  û Tirkiyeyê de, derbas bibû.

 

Di derbarê vê operasyonê de parlamenterê Şirnêxê Hasip Kaplan ji rojanameya Hurriyettê re got ku Artêşa Tirkiyeyê cara ewil e ku ligel şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YGP) tevdigerin û ew roj dikarê bibe rojek dîrokî.

 

Kaplan wiha domand: “Ji duhî şev Berdevkê YPGê Polat Can derbarê oeprasyonê de agahî radihand. Polat Can û Hevserokê Kantona Kobanî Enwer Muslîm li Enqere ligel parlamentêrên HDPê re bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst