Artêşa Tirkiyeyê leşkerên xwe yên li Tirbeya Silêman Şah birin

22-02-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Duhî şev nêzîkî 40 tankên Artêşa Tirkiyeyê ji bo ku leşkerên xwe yên  li Tirbeya Silêman Şah vegerîne Tirkiye, derbasî Kobanî bûn.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li Serkana Giştî ya Leşkerî daxuyaniyek da û ragihand ku armanca wê operasyona Artêşa Tirkiyê rizgarkirina 36 leşkerên Tirkiyê bû ku Tirbeya Silêman Şah diparastin û di operasyonê de ti ziyanên canî çênebûne lê hêj operasyonê dest pê nekeribû leşkerek di qezayekê de jiyana xwe ji dest da.

 

Ahmet Davutoglu got ku, di  operasyonê de, pêstê Şah Silêman û 40 leşkerên tirbe diparastin ji navçeya Qereqozatê hatin veguhestin.

 

Ahmet Davutoglu anî ziman ku niha pêsê Şah Silêmanê bi awayekî demkî bo Tirkiyê hat veguhestin, piştire ewê dîsa li Sûriyê bê veguhestin.

Tankên Artêşa Tirkiyeyê duhî şev li navçeya Pirsûsê ya girêdayê parêzgeha Rihayê di deriyê sînorê Murşidpinarê re derbasî Kobanî bûn û ber bi Turbeya Silêman Şah ve çûn.

Hat dîtin ku 2 balafirên şerî yên Tirkiyeyê li ser sînorê Rojaveyê Kurdistanê digeriyan û paşê jî rojnamevanên nêzîk derî ji wê derê hatin dûrxistin. Piştre jî hat dîtin ku çend tank û çend wesayîtên zirxkirî li deriyê sînorê derbasî Tirkiyeyê bûn.

Demek dirêj bû ji ber ku çekdarên DAIŞê ew herêm dorpêç kiribûn veguhêrina nobedariyên turbeyê pêk nedihat.

Çekdarên DAIŞê hêrama Turbeya Silêman Şah ku axa Tikiyeyê ya ji derveyê sînorê wê ye, ji 22yê Adara par ve dorpêç kiribûn.

Silêman Şah ku wekî bavpîrê Osmaniyan tê naskirin, gora wî li nêzîk Kobanî li Qereqozaqê ye û di peymana Lozanê de wek parçeyek ji Tirkiyê hate naskirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst