Mescidî: Pêdiviya Iraqê bi elektirîk, xwerak û pîşesaziya Îranî heye

21-11-2018
RÛDAW
Nîşan Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî Pêdivî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Îranê yê li Iraqê hejmara wan kompanyayên Îranî yên li Iraqê kar dikin, eşkere kir û bal kişand ser hewlên Îranê bo rakirina vîzeyê di navbera herdu welatan de û rêkeftin ligel Iraqê bo damezrandina pêşangeheke daîmî bo kelûpelên Îranî li Bexdayê.

 

Balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescidî di civîneke çapemeniyê de got: “Hikûmeta Iraqê hewl dide veberhênerên biyanî bîne nav welat bo cîbicîkirina hezar û 200 projeyan bi behayê 100 milyar dolar. Herwiha 79 kompanyayên Îranî li Iraqê bi behayê 8 milyar dolar kar li ser damezrandina santralên enerjiyê, palavgeh, otêl, stadyûm û xaniyan dikin.”

 

Mescîdî da zanîn, ku ligel Iraqê li ser damezrandina pêşangeheke daîmî bo kelûpelên Îranî li Bexdayê gehiştine rêkevtinê û got: “Niha rewş baş e bo çalakiyên aborî yên zêdetir li Iraqê bi taybetî piştî rûxandina DAIŞê.”

 

Balyozê Îranê herwiha daxwaz ji kompanyayên Îranî kir, ku veberhênan zêdetir di projeyan de bikin, ku hikûmeta Iraqê hewl dide veberhênerên biyanî bîne nav welat bo temamkirina wan projeyan.

 

Mescidî, behsa wê yekê jî kir ku niha pêdiviya Iraqê bi elektirîk, xwerak û pîşesaziya Îranî heye û eger hinardeya Îranê were rawestandin gelên Iraqê rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibin û got: “Ew pirsgirêk tenê Îranê li xwe nagirin, li ser wan pirsgirêkên ku Amerîkayê jî derxistine, pêşniyara hevbeş sûdwergirtine ji dînarê Iraqî yan jî hinardekirin bi awayê pevguhertinê.”

 

Balyozê Îranê tekez kir, ku hewl didin di navbera herdu welatan de vîzeyê rakin û di dema serdana Sorokomarê Iraqê bo Îranê de jî rakirina vîzeyê bo bazirgan û sermayedaran hatiye gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst