Hewlêr (Rûdaw)- 160 tundrewên rûsî li Sûriyê di nava refên DAIŞê de ne. Herwiha niha 25 hezar çekdarên biyanî di nava DAIŞê de tên perwerdekirin.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsya Olîg Sîrumulutov di daxuyaniyekê de ragihand: “2 hezar û 719 welatiyên Rûsya bo şer çûne Sûriyê, ji wê hejmarê jî 160 kes hatine kuştin û 73 jî biryara girtinê ji wan re derketiye, ku dema vegerin welatê xwe bên girtin.”
Olîg Sîrumulutov wiha got: “Niha 25 hezar çekdarên biyanî ji aliyê DAIŞê ve tên perwerdekirin. Ew jî tev tundrewên welatên erebî û Ewropa û Rûsya û welatên din.”
Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsya wiha domand: “Ji ber teqandina balafira Rûsya li Misrê û êrişên terorîstî li Parîs, Iraq, Tirkiye û Libnan, pêwîst e karê hevbeş bo rûbirûbûna terorê zêde bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse