Bîlançoya rojekî ya şerê Îsraîl û Hemasê: 78 kuştî, bi sedan birîndar

20-07-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, di encama şer û pevçûnên navbera artêşa Îsraîl û tevgera Hemasê ya Filistînê de herî kêm 13 serbazên îsraîlî û bi dehan filistînî jiyana xwe ji dest dan.

 

Ev du hefte ye şer û pevçûn di navbera artêşa Îsraîl û tevgera Hemasê ya Filistînê de didome.

 

Li gorî agahiyan, di şer û bombebarana îro de li devera Şecaiye ya herêma Xezeyê ya Filistînê herî kêm 65 filistînî mirin, 288 kes jî birîndar bûn, her wiha 13 serbazên îsraîlî jiyana xwe ji dest dan.

 

Hat zanîn, ji ber bombebaranê gellek xelkê deverê dev ji cih û warê xwe berdidin û direvin.

 

Di dîroka şerê Hemas û Îsraîl de ev cara yekê ye ku Îsraîl di rojekê de ewqas kuştî dide.

 

Tê gotin, ji destpêka vî şerî ve heta niha 420 filistînî û 18 serbazên îsraîlî jiyana xwe ji dest dane.

 

Ji aliyekî din, serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu ragihand, ew heta “aramî û hizûrê” li herêma Xezeyê ya Filistînê de nedin rûniştandin dê operasyon bidome.

 

Artêşa Îsraîl bi rêya hewa û bejayê re li dijî çekdar û endamên Hemasê yên li herêma Xezeyê operasyonan li dar dixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst