Beyrut (Rûdaw) – Li payteta Libnanê Beyrût komelaya kurd a sala 1963yê hatî avakirin hêj çalakiyên xwe didomîne.
Di sedsala 20emîn de ji 4 parçeyên Kurdistanê gelek kurd ji ber zordariyên siyasî penaberî Libnanê bûn. Kurdên çûyîn Libanê çalakiyên hunerî pêkanîn û komeleyeke jî damezrandin.
Komaleya ku nêzîkî 50 salan e çalakiyên xwe didomîne ji aliyê Dawid Miho ve hatiye avakirin.
Komalelaya Kurdî Libnanî ya Xêrxwazî heta şerê navxweyî ji xeynî çalakiyên hunerî û çandî di demên pevçûnan de alîkariyên tenduristiyê jî da.
Piştî şer Komalelaya Kurdî Libnanî ya Xêrxwazî çalakiyên xwe berdewam kir û ji bo avakirina komeleyên nû bû mînak.
Di avahiya komeleyê de wêneyên kurdên navdar tên dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse