Tunç Taşdemîr: Hewlêr jî Bexda jî ji bo Tirkiyê girîng in

19-05-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Bexda Enqere Herêma Kurdistanê Tirkiye Tunç Taşdemîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyên Tunç Taşdemîr ragihand ku ew hêvî dikin ku peywendiyên aborî, siyasî û kulturî di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê ya jêr serokatiya Nêçîrvan Barzanî de hêj pêştir bikevin. Demîr herwiha destnîşan kir ku hem Hewlêr û hem Bexda ji aliyê aborî, siyasî û kultirî ve ji bo Tirkiyê girîng in

 

Li Hewlêrê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê bi beşdariya çend kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar û mamosteyên zanîngehan panelek birêve diçe û têde behsa karên çar salên bê yên Serokê Herêma Kurdistanê tê kirin. Akademîsyên Tunç Taşdemîr jî di panelê de gotarek pêşkeş kir û tedê ragihand ku hem Hewlêr û hem Bexda ji bo Tirkiyê girîng e, û her yekê cihê xwe heye.

 

Tunç Taşdemîr got: “Di pêvajoya nû ya jêr serokatiya Nêçîrvan Barzanî de em di mijara pêşxistina peywendiyên dualî de bi hêvî ne. Peywendiyên Tirkiyê hem bi Hewlêr û hem bi Bexdayê re hene. Herdu aliyan jî ciheke xwe ye taybet li cem Tirkiyê heye. Di vê çarçoveyê de em ne Hewlêrê dikin vebijarka Bexdayê ne jî Bexdayê dikin vebijarka Hewlêrê. Herdu aliyan jî girîngiya xwe ji bo me heye.”

 

“Tirkmen dikarin di navbera Hewlêr û Enqerê de bibin pireke baş”


Taşdemîr diyar kir ku divê nasnameya pêkhateyên Iraqê li ber çavan were girtin û li gorî wê yekê polîtîka were kirin û wiha pê de çû: “Li Iraq çend pêkhateyên ji hev ciyawaz hene. Li vê derê mijara Tirkmenan ji bo Tirkiyê gelek girîng e. Ez di wê baweriyê de me ku divê di siyasetê de rêz li nasmayên Kurdî, Tirkmenî û Erebî bê girtin.Bêguman ji aliyên olî û kulturî ve jî nasnameyên ji hev ciyawaz hene. Tirkmen dikarin di navbera Bexda-Hewlêr û Tirkiyê de ji bo pêşxistina peywendiyan bibin pireke baş.”

 

Akademîsyên Tunç Taşdemîr destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze ligel Kurdistanê peywendiyên xwe yên aborî pêş bixe û wiha axivî: “Em hêvî dikin ku peywendiyên aborî bigihêjin asta herî bilin. Wekî hûn dizanîn di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de Deriyê Xaburê heye, lê pêwîstî bi vekirina Deriyê Ovakoyê jî heye. Ligel vê yekê piştevanîkirina karsazan jî girîng e. Herêma Kurdistan û Iraq ji bo bazirganiya Tirkiyê girîng e. Berî niha Birêz Çavuşoglu (Wezîrê Derve yê Tirkiyê) ragihandibû ku ew dixwazin hinardeya bo Herêma Kurdistan û Tirkiyê bo 20 milyar dolar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst