Mehmûd Ebbas: Heta niha xuya nabe Tirkiye dê êrişî Rojavayê Kurdistanê bike

17-08-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Êrîşên Tirkiyê metirsiya li ser sivîlan zêdetir kiriye
Êrîşên Tirkiyê metirsiya li ser sivîlan zêdetir kiriye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevdem ligel zêdebûna topbarana Tirkiyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê, metirsî li ser jiyana welatiyên sivîl bêhtir dibe. Di heman demê de jî, çavdêr û şirovekarên siyasî nerînên cuda derbarê vê rewşê didin, ku ne diyar e ev êrîş wê wiha bimînin yan berfitehtir bibin. Ji aliyê din ve şirovekarê siyasî Mehmûd Ebbas jî dibêje heta niha xuya nabe Tirkiye dê êrişî Rojavayê Kurdistanê bike.

Rewşa ewlehî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, aloz dibe. Welatiyên sivîl jî, li wan navçeyan, li jêr metirsiya berdewamiya topbaranê û eger koçberiya ji neçar in, ku pêkan e, bi sedema wê rewşê bibe, ku ne diyar e bi çi arasteyê ve diçe.

Şirovekarê siyasî Mehmûd Ebas, ji Rûdawê re ragihand ku, pêwîste Rêveberiya Xweser ji Amerîka bizanibe heta çi radeyê êrîş wê berfireh bibin.

Şirovekarê Siyasî Mehmûd Ebbas got: “Heta niha ne diyar e ku Tirkiyê dê operasyoneke li dijî Rojavayê Kurdistanê bide destpêkirin, ji ber ku ne ji aliyê Amerîka û ne ji aliyê Rûsyayê ve bi eşkere destûr bo Tirkiyê nehate dayîn. Niha di destê Tirkiye de maye ku deverê topbaran bike. Dema êriş ji asta dronan derbasî qonaxa balafirên şer bû wê demê metirsiyeke mezin çêdibe.”

Di çarçoveya pêşhateyên nû de, ku egera pêk hatina nêzîkbûnekê di navbera Tirkiyê û hikûmeta Sûriyê de heye, cîgirê serokê Partiya Sûriyeya Siberojê û nûnerê MSDê li Qahîreyê, Elî El-Asî ji Rûdawê re got ku, ew bi dûr dibîne pêwendiyeke yekser di navbera heru aliyan de pêk bê.

Serokê Partiya Sûriyeya Siberojê û nûnerê MSDê li Qahîreyê Elî El-Asî-Cîgirê dibêje: “Mehal e Tirk pêwendiyekê bi awayekî yekser ligel rejîmê pêk bînin. Dibe ku hevdîtin di navbera berpirsên ewlehî yên Enqere û rejîma Sûriyê de hebin,  ev bêhtir ji 11 salan e, Enqere van grûpan ava dike, ji aliyê siyasî û leşkerî ve, û ew dizane ku ev rejîm her wê nemîne, lê Tirkiye peyaman arasteyî Rûsan dike, ji ber ku di hevdîtina dawî de, di navbera Erdogan û Putin de, Putin jê xwest ku Tirkiye pêwendiyan ligel rejîmê pêk bîne, bi nerîna min ev peyamên piştrastkirinê ne ji bo Rûsan.”

Di van çend rojên borî de, êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî berbiçav himbiz û zêde bûne, û bi sedema wê yekê jî, metirsî li ser jiyana welatiyên sivîl bêhtir bûye, bêyî ku Rûsya û Amerîka weke du welatên garantor, herwiha rêxistinên navdewletî ti rêgiriyê li ber van êrîşan bikin, ji bo parastina jiyana xelkê û gihiştina bi çareyeke aştiyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst