Salih Mislim: Ti ferqa Îranê û rejîma Sûriyê nîne

16-06-2017
RÛDAW
Nîşan Salih Mislim PYD Îran
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim got, ku ji ber hevpeymaniya Îran, Qeter û Tirkiyê gelek ciwanên kurd hatine kuştin.

 

Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevpeyvînekê de ligel rojnameya fermî ya Erebistana Siûdiyê êrîş bire ser Îranê û ragihand, ku ti pêwendiyên wan ligel Îranê tine û ew jî weke rêjîma Sûriyê dijayetiya kurdan dike.

 

Mislim yekem car e di medyaya Erebistana Siûdiyê de bi berfirehî behsa siyaseta partiya xwe dike û eşkere dike, ku ji ber hevpeymaniya navbera Qeter, Îran û Tirkiyê, ew di nav axa xwe de ew rastî êrîşan hatine û bi hezaran keç û xortên kurd hatine şehîdkirin.

 

Herwiha hevserokê PYDê dide xuyakirin, ku li Rojavayê Kurdistanê gelek kesayetiyên eşîrên ereb di nava Rêveberiya Xweser de cî digrin û ev eşîr jî ji aliyê xizmatiyê ve nêzîkî Erebistana Siûdiyê ne û ew şanaziyê jî bi wan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst