Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e sibe, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad serdana Tunisê bike. Roja şemiyê jî, Feysel Miqdad serdana Cezayir kiribû û li gel wezîrê derve yê wî welatî civiya û pirsa asayikirina pêwendiyên welatê erebî li gel Sûriyê gotûbêj kir.
Roja şemiyê, Wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, li Cezyir li gel wezîrê derve yê wî welatî pirsa asayikirina pêwendiyên welatê erebî li gel Sûriyê gotûbêj kir. Roja Duşemê jî, serokê dîplomasiya Sûriyê serdana Tûnisê dike, û piştre jî serdana Bexadayê dike. Deriyên dîplomatîk li welatên Erebî li pêş Sûriyê, ku nehata li ser piştê be jî, li bi berfirehî hatine vekirin.
Lezkirina asayikirina pêwendiyên welatên erebî li gel Sûriyê bandoreke rasterast li ser rewşa siyasî ya Sûriyê dike, di nav de jî rewşa Rêveberiya Xweser û HSD ku nêzî %25 ji xaka Sûriyê û nêzî %80 ji aboriya Sûriyê kontrol dikin.
Di vê derbarê de, Hisên Omer, lêkolerê siyasî ji bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got, dibe hin welatên erebî roleke erênî di navbera hikûmeta Sûriyê û HSD de bibînin.
Lêkolerê siyasî Hisên Omar dibêje: “Di dawiyê de rêjima Sûriyê dê bi zexte welatên Erebî neçar bimîne bi HSDê re dest bi danûstandinan bike. Li gor min bihîstî nêrîneke Misirê heye ku bi awayekî ne eşkere di navbera herdu hêzên rejîn MSDê de navbeynkariyê bike. Amerîka li pişt HSDê ye ew nikarin wê. Di dawiyê de dest bi danûstandinan bikin.”
Ji washington, John Salih, şîrovekarê siyasî ji heman bernameyê re got rewşa HSD ne girêdayî pêwendiyên welatên erebî û Sûriyê.
Roja înê, û heta serê sibeha şemiyê, wezîrên derve yên 9 welatên Erebî mijara asayikirina pêwendiyan li gel Sûriyê gotûbêj kiribûn. Wan tekezî li ser girîngiya derkirina hemû milîsan ji xaka Sûriyê û sepandina serweriya dewleta Sûriyê li ser tevahiya xaka wî welatî kiribûn. Ev civîn piştî serdana wezîrê derve yê Sûriyê bo her yek ji erebistana Siûdî û welatê Misrê hatibû lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse