Ji Erdogan bo koça dawî ya Şêxê Menzîlê yê Kurd peyama sersaxiyê

14-07-2023
RÛDAW
Nîşan Şêxê Menzîlê Abdulbakî Erol Erdogan Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Şêxê Menzîlê Seyîd Abdulbakî Erol (El Huseynî) peyama sersaxiyê weşand.

Şêxê Cemaeta Menzîlê Abdulbakî Erol ku wek Seyîd Abdulbakî El Huseynî jî tê naskirin, pêr 12ê Temûzê ji ber nexweşiyê di nexweşxaneyeke Stenbolê de koç dawî kir û cenazeyê wî li gundê wî yê li Semsûra Bakurê Kurdistanê hat veşartin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber koça dawî ya Şêxê Menzîlê peyameke sersaxiyê weşand.

Erdogan di peyama xwe ya sersaxiyê de ku li ser Twitterê hatiye belavkirin, dibêje: “Ji yek ji rêberên ruhanî yên welatê me mamoste Seyîd Abdulbakî El Huseynî re yê ku di rêya zanist û hikmetê de jiyana xwe ji bo xizmeta Îslamê terxan kiriye, rehm û dilovaniya Xwedê dixwazim û sersaxiyê ji malbata wî, hezkiriyên wî û hemû şagirtên wî re dixwazim. Xwedê cihê wî bike biheşt.”

 

 

Şêxê Cemaeta Menzîlê, Abdulbakî Erol ê ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê demek bû li Pendîk a Stenbolê di nexweşxaneyeke taybet de dihate dermankirin, roja Çarşemê 12ê Temûza 2023an danê nîvro koça dawî kir.

Cenazeyê wî li gundê Menzîlê yê ser bi navçeya Kolikê ya Semsûrê ve hat veşartin.

Di merasîma veşartina cenazeyê Şêxê Cemaeta Menzîlê Abdulbakî Erol de, 15 kîlometre dora wesayîtan çêbûbû û li gor agahiyên ku di medyayên Tirkiyê hatine belavkirin, di merasîma veşartina cenazeyê wî şêxê Neqşbendî de 250,000 kes beşdar bûbûn.

Abdulbakî Erol ê ku ji aliyê cemaeta xwe ve wek "Xewsê Sanî Şêx Abdulbakî El Huseynî" dihat binavkirin, di 2ê Gulana 1949an de li gundê Menzîlê yê navçeya Kolikê ji dayik bûbû.

Seyîd Abdulbakî Erol 81 salî bû û piştî ku di sala 1993an de birayê wî yê mezin Mihemed Reşîd Erol koça dawî kir, ew bûbû rêberê cemaetê.

Seyîd Abdulbakî Erol, ji malbateke Kurd a olî û zanisthez bû û di civat û gotarên xwe de bi awayekî berdewam bi Kurdî diaxivî. Şagirtên wî jî gelek sirûdên olî bi zimanê Kurdî xwendine.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst