Barzanî bi Mîrê Kuweytê re hevdîtin pêk anî

14-06-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Kuweytê de, îro bi mîrê Kuweytê, Şêx Sebah Ehmed Cabir Elsebah re civiya.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û tê de ragihandiye, îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mîrê Kuweytê Şêx Sebah Ehmed Cabir Elsebal re civiyaye.

 

Li gor wê daxuyaniyê de, di civînê de mîrê Kuweytê kêfxweşiya xwe li hember serdana Barzanî nîşan daye û her du aliyan piştre civînek du alî lidar xistine û derbarê rewşa siyasî ya navçeyê de bi hev re gotûbêj kirine.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên siyasî û aboorî yên navbera Herêma Kurdistanê û Kuweytê û çawaniya berfirehkirina pêwendiyan, bi taybet di ware aborî, hilbirîn û dehfdana hilbirînerên Kuweytê bo encamdana hilbirînê li Kurdistanê kirin.

 

Herwiha di beşek din a civînê de, herdu aliyan bi armanca berfirehkirina pêwendiyên du alî, derbarê mijara vekirina xeta rasterast a firokevaniyê di navbera balafirgehên Hewlêr û Kuweytê de gotûbêj kirin.

 

Herwiha Barzanî îro li cihê mana xwe pêşwazî li Wezîrê Karûbarê Dîwanê, Şêx Nasir Sebah el Ehmed el Sebah kir û di civînekê de rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê û herwiha pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Kuweytê gotûbêj kirin.

 

Barzanî herwiha îro pêşwazî li Serokwezîrê Kuweytê, Şêx Cabir el Mobarek el Hemed el Sebah kir. Herwiha ligel Welî Ehdê wî welatî, Newaf Ehmed Cabir el-Subah hevdîtin pêk anî.

 

Di nava hevdîtinên xwe de ligel berpirsên Kuweytê, Barzanî îro danê nîvro ligel Welî Ehdê Kuweytê, Newaf Ehmed Cabir el-Subah civiya. Di wê civînê de Serokwezîrê Kuweytê, Cabir Mubarek Hemeh el-Subah û çend berpirsên din ên wî welatî amade bûn, herwiha piştre firavîn bi hev re xwar in.

 

Herwiha îro di dawiya serdana xwe bo Kuweytêde, Barzanî serdana balyozxaneya Iraqê li Kuweytê kir û ji aliyê balyozê Iraqê Mihemed Husên Behr el Olûm û berpirsên din ên balyozxaneyê ve hat pêşwazîkirin.

 

Di vê serdanê de her yek ji, Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Wezîrê Plandanan Elî Sindî û Wezîrê Karebayê Selahedîn Babekir û hejmarek şêwirmend ligel Serok Barzanî ne.

 

Duhî Barzanî li ser vexwendineke fermî gihîşt Kuweytê û li Balafirgeha Kuweytê ya Navdewletî ji aliyê Cîgirê Yekem ê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Kuweytê, Şêx Sebah Xalid Ehmed el-Sebah ve hat pêşwazîkirin.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê duhî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî li ser vexwendineke fermî ber bi welatên Kuweyt û Îmarata Yekgirtî ya Erebî ve bi rê ket û dê ligel berpirsên bilind ên wan herdu welatan bicive.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst