Çalakvanên Yemenî: Çekdarên Husî xaniyên Sen'ayê dagîr dikin

14-02-2019
RÛDAW
Çekdarên Hûsî li nav bajarê Sen'a ya paytexta Yemenê, wêne: AFP
Çekdarên Hûsî li nav bajarê Sen'a ya paytexta Yemenê, wêne: AFP
Nîşan Yemen Hûsî Çalakvan Sen'a
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema hefteyekê ye ku hejmarek ji çalakvanên sivîl li Yemenê, Husiyan protesto dikin, ew dibêjin Hûsiyan dest danîne ser mal û milkê xelkê bajarê Sen'ayê û derdora wê ku baweriya wan bi fikra Hûsiyan nayê.

 

Çalakvanên Yemenî li Sen'a ya paytexta wî welatî li dijî kiryarên çekdarên Hûsî nerazîbûnê nîşan didin. Ew çalakvan çekdarên Hûsî tometbar dikin, ku dest datînin ser xanî û milkên xelkê.

 

Serokê Saziya She, Îsam Şairî dibêje: "Hûsî êrîşî ser xaniyên welatiyan dikin li Sen’ayê û dest bi ser wan de digrin, Hûsiyan dest danîne ser 1000 xanî û avahiyên bazirganiyê, Ew jî li gorî yasayên mafên mirov tawan e ku li dijî mirovahiyê û wan kesan tê kirin ku baweriya wan bi rêbaza Hûsiyan nîne, Dive çekdarên Hûsî binpêkirina yasayên navdewletî û mafên mirov bidin rawestandin, ji ber ku yasayên mafê mirov destdirêjiya ser sivîlan qedexe dikin"

 

Tevî saziyên mafê mirov ofîsa saziya çavdêriya mafê mirov li Yemenê jî ev nûçe piştraskirine

 

Serokê Ofîsa Saziya Mafê Mirov a Yemenê, Êmad Sînan: "Hûsî gelek binpêkariyan dikin,Hûsî fêrbûne ku mafê mirov binpê bikin, destdirêjîkirin û dagîrkirina bêhtir ji 1000 xaniyan, ev binpêkariyeke eşkere ye li hember mafê mirov û xwediyê wan avahiyan tê kirin, ev mafê mirov nas nakin û nizanin bi dirustî mafê mirov biparêzin"

 

Dema bêhtir ji 3 salan e ku çekdarên Hûsiyan bajarê Sen’ayê û navçeyên din yên derdora wî bajarî control kirine û hikûmeta fermî ya Yemenê mecbûr bûye bargehên xwe bibe bajarê Edenê , çekdarên Hûsî bi destdirêjîkirin û binpêkirina mafê wan kesan têne tohmetbarkirin ku piştevaniya Hûsiyan nakin û rêbaza wan qebul nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst