Anthony Blinken diçe Îsraîl û Filistînê: Dê bi Mehmûd Ebas re bicive

12-10-2023
Nîşan Anthony Blinken Îsraîl Filistîn Hemas Mehmûd Ebas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Amarîkayê Anthony Blinken îro diçe Îsraîl û Filistînê.

Amarîka di pêvajoya şerê Hemas û Îsraîlê de piştgiriya leşkerî dide Îsraîlê.

Wezîr Anthony Blinken bi armanca piştevaniya welatê xwe nîşan bide diçe Îsraîlê.

Wezîrê Amarîkyî piştî serdana Îsraîlê dê bi Serokê Rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebas re jî bicive.

Zanyariyên têkildarê serdana Wezîrê Amarîkayê, ji aliyê Sekreterê Giştî yê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê Hiseyn el-Şêx ve hatin parvekirin.

Hiseyn el-Şêx di heman demê ragihand ku Mehmûd Ebas dê îro li Emanê bi Şahê Urdunê Abdulah re bicive.

Tê çaverêkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Amarîkayê Blinken, bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û rayedarên din ên li Îsrîlê re bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst