Li Misirê 2 trên li hev ketin: 36 mirî 123 birîndar

11-08-2017
RÛDAW
Nîşan Misir trên bûyer mirî birîndar
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li welatê Misirê bajarê Îskenderiye du trên li hev ketin û di encama bûyerê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û 123 kes jî birîndar bû.

 

Li gor medyaya Misirê di bûyerê de herî kêm 36 kesan canê xwe ji dest dane û 123 kes jî birîndar bûne.

 

Televîzyona dewletê di destpêkê de hejmara miriyan weke 18 û hejmara birîndaran jî weke 58 aşkere kir.

 

Ajansa nûçeyan a Al Masry Al Youm jî diyar kir, hejmara birîndarên ku ber bi nexweşxaneyan hatine veguhastin, ne diyar e.

 

Herwiha hate diyarkirin, ku her du trên, yek ji bajarê Qahîreyê û ya din jî ji bajarê Port Seîd bi rê ketine.

 

Hat ragihandin, ku gelek ambulans û tîmên rizgarkirinê gihiştine cihê bûyerê.

 




 



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst