Rayedarekî Tirkiyê bo Rûdawê: Hakan Fîdan neçûye Sûriyê

07-02-2018
RÛDAW
Nîşan MÎT Hakan Fidan Elî Memlûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdia kirin ku Rawêjkarê MÎTa Tirkiyê Hakan Fidan li Binkeyê Himêmîm ligel Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Elî Memlûk civiyaye, lê belê çavkaniyekê ji Serokwezîrtiya Tirkiyê ji Rûdawê re ragihand, ew îdia dûr e ji rastiyê.

 

Îro hatiû îdiakirin, ku Şêwirmendê Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT), Hakan Fîdan serdana Binkeya Himêmîmê kiriye û bi Serokê Îstixbarata hikûmeta Sûriyê Elî Memlûk re hevdîtin pêk aniye.

 

Lêkoler û Rojnamevanê Sûrî Nizar Nayouf ku niha li Londonê dijî li ser hesabê xwe yê twîtterê ev îdîa belav kiriye û wiha nivîsiye: “Hakan Fîdanê Serokê Îstixbarata Giştî ya Tirkiyê îro ji nişka ve hat Binkeyê Himêmîm û ligel Serokê Îstîxbarata Sûriyê Elî Memlûk civiya.”

 

Rojnamevan Nizar Nayouf derbarê naveroka serdanê de ti agahiyên zêdetir belav nekiriye.

 

Lê belê çavkaniyekê ji Serokwezîrtiya Tirkiyê li ser heman mijarê ji Rûdawê re axivî û ragihand, ku zanyariyên derbarê çûna Hakan Fîdan bo binkeya leşkerî ya Himêmîm a Sûriyê nerast e û tenê îdiayên dûrî rastiyê ne.

 

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî di konfransa rojnamevanî ya li koşka serokatiya wî welatî de, bersiva pirsa derbarê serdana Şêwirmendê MÎTê Hakan Fîdan a bo binkeya Himêmîmê de dabû û ew îdia red kiribû.

 

Îbrahîm Kalin gotibû: “Me bi rejîmê re ti pêwendî nînin, a niha jî hewla çêkirina pêwendiyeke wisa nîne.”

 

Binkeya Leşkerî ya Himêmîmê ku dikeve parêzgeha Laziqiye ya Sûriyê, niha di kontrola Artêşa Rûsyayê de ye û Rûsya wê binkeyê weke baregeha sereke ya leşkerên xwe li Sûriyê bi kar tîne. Artêşa Rûsyayê herwiha sîstema berevaniya esman jî li wê binkeyê daniye.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst