Navenda Nûçeyan - Dadgeha Tawanan li Erebustana Siûdiyê bi tohmeta sîxorîkirin bo Îranê, cezayê sêdaredanê bi ser 15 kesan de sepand.
Li gorî agahiyan, Dadgeha Tawanan a Riyazê cezayê îdamkirinê bo 15 kes ji koma 50 kesên endamên şaneyeke sîxoriyê, derxsit. Erebistana Siûdiyê ew kes bi encamdana karên sîxorî bo berjewendiya Îranê tohmetbar kiribû.
Wezareta Navxweya Erebistana Siûdiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ew 50 kesên ku hatine girtin, ji bo Îranê karên sîxorî kirine û derbarê Siûdiyê de zanyariyên serbazî û ewlehî dane desthilatdariya Tehranê.
Di Adara sala 2013an de Erebistana Siûdiyê girtina şaneyeke sîxorî ragihand, ku ji 50 kesan pêk dihat.
Siûdiyê herwiha ragihandibû, ku di nav wan kesan da îraniyek û efxaniyek jî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse