Galeriya wêneyan

06-04-2018
24 Photos
RÛDAW

Xezze (Rûdaw) – Aloziya li sînorê navbera Filistîn û Îsraîlê berdewam e. Hikûmeta Îsraîlê îro înê hêzên zêdetir li ser sînor bi cih kirin.

 

Vê sibê (06-04-2018) çend xwepêşanderan li nêzîkî bajarê Xezzeyê agir bi lastîkên otomobîlan berdan.

 

Hikûmeta Îsraîlê jî tekezî li ser wê yekê dike ku bi çi awayî be jî, dê sînoran biparêzin û rê nedin xwepêşanderên Filistînî çeperên ser sînor bişkînin.

 

Îna derbasbûyî 30ê Adarê li Filistînê roja erd bû, li cem xelkê Filistînê roja erd rojeke taybet e, ji ber vê yekê li dijî Îsraîlê dest bi xwepêşandanan kirin.

 

Heta niha jî xwepêşandan berdewam in û her roj alozî û pevçûn çêdibin. Heta niha hejmara kuştiyên bi destê Artêşa Îsraîlê gihiştine 24 kesan û bi sedan kes jî birîndar bûne. Tenê îro 2 kes hatin kuştin û nêzîkî 250 kes jî birîndar bûn.