Hat nûkirin - Geşta dersînorkirina 10 Kurdên Rojavayê Kurdistanê hat ragirtin

05-09-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Biryar e îşev 10 Kurdên Rojavayê Kurdistanê û 40 welatiyên Sûriyeyê ji balafirgeha Bexdayê bo Sûriyê bên dersînorkirin.
Biryar e îşev 10 Kurdên Rojavayê Kurdistanê û 40 welatiyên Sûriyeyê ji balafirgeha Bexdayê bo Sûriyê bên dersînorkirin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Geşta demjimêr îşev ya dersînorkirina Dilsoz Hesen û 50 kesên din ên Sûrî ligel wî ya ji Bexdayê bo Şamê, hate ragirtin.

Nûtirîn zanyarî bidest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine ku, 10 Kurdên Rojavayê Kurdistanê û 40 welatiyên Sûriyeyê bo Firokexaneya Bexdayê hatibûn veguhestin ku wan bişînin Şamê û radestî hikûmeta Sûriyê bikin, ew geşt hat rawestandin.

Parêzer Farûq Şimran El-Ebdulla, ji Bexdayê, ku parêzerê ciwanê Rojavayê Kurdistanê yê girtî, Dilsoz Hesen e, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Min pêwendî ligel rêveberê Fermangeha Dîportkirinê li Bexdayê kir, ku ew jî Emîd Ehmed e, ji min re got, ew geşta 21:00 êvara Duşemê radigirin û wan kesan careke din vedigerînin Bexdayê.”

Parêzer Farûq El-Ebdulla ji Rûdawê re got, sibe Sêşemê ez ê careke din rewşa Dilsoz Hesen bişopnim.

Êvara îro Duşemê jî, parêzger Farûq ji Rûdawê re ragihandibû ku, êdî ti derfeta yasayî di destê wan de nemaye ji bo hilweşandina biryara dadgehê ji bo şandina Dilsoz bo Şamê. Herwiha gotibû: Hewlên hilweşandina biryarê nemane.

Parêzer Farûq El-Ebdulla herwiha got, Dilsoz bi wê tometê hatiye girtin ku li Firokexaneya Bexdayê paseporta Fransî ya sexte bikar aniye herwiha bi awayekî neyasayî ji Herêma Kurdistanê derbasî Bexdayê bûye, lewma bi 1 û nîvekê hate sizadan û niha biryara dersînorkirina wî dê bê cîbicîkirin.

Derbarê hewlên ku dibe bibin ji bo ragirtina dersînorkirina wî jî, parêzer got: “Tenê rola Neteweyên Yekbûyî û kesûkarên wî ye ku tevgerekê ji bo wî bikin, ku ji aliyê mirovî ve tiştekî jê re bikin.

Her li ser şandina wî ku îşev demjimêr 09:00ê êvarê bi rêya Firokexaneya Bexdayê bê şandin bo Şamê, parêzerê wî got. Ev yek wî ji kesûkarên xwe re gotiye, lê li gorî zanyariyên wî, ku ji efserekî wergirtine, biryar bû ku wî roja Çarşemê bişînin.

Dayika Dilsoz Hesen û serokê Rêkxistina Canî Roj ya Mirovî Reşîd Elî Can ji Rûdawê re got: “Dilsoz Hesen yê 25 salî ligel çend ciwanên din ên Kurd, berî bêhtir ji salekê ji Hewlêrê çûne Bexdayê, lê li wê derê hatin girtin û niha ji wan re hatiye gotin ku wê wan radestî hikûmeta Şamê bikin, ev yek jî metirsiyeke mezin li ser jiyana wan dirust dike, ji ber ku piraniya wan ji leşkeriya neçar ya hikûmetê reviyane.

Dayîka wî ji Rûdawê re gotibû, wan parêzerek girtibû lê nêzîkî 6 hezar dolarên wan xwarin û tiştek ji kurê wê re nekir, nih wan parêzerekî din girtiye.

Dayika Dilsoz dibêje, kurê wê jê re gotiye muameleyeke xirab ligel wan tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst