Îran: Zordarî ne rêya çareseriyê ye

05-06-2017
RÛDAW
Nîşan Îran MihemedCewad Zerîf Behram Qasimî Qeter Erebistan Alozî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Îranê li hember krîza ku di navbera Qeter û Erebistanê û çend welatên din ên erebî de çê bûye, bertek nîşan da û dilgiraniya xwe ji aloziyên navbera wan welatan nîşan da.

 

Wezîrê Derve yê Îranê MihemedCewad Zerîf li hember biryara Erebistana Siûdiyê û çend welatên din ên erebî û îslamî ya ji bo qutkirina pêwendiyên bi Qeterê re bertek nîşan da.

 

MihemedCewad Zerîf di peyamekê de li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand: “Cîran dimînin, cografiya nayê guhertin. Zordarî bi ti awayî rêya çareseriyê nîne. Gotûbêj pêwîst e, bi tyabet di meha mubarek a Remezanê de.”

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî jî dilgiraniya welatê xwe li hember çêbûna aloziyên navbera Erebistana Siûdiyê û çend welatên din li gel Qeterê anî ziman û ragihand, ku nakokiya niha tenê bi rêyên siyasî û aştiyane û gotûbêjên zelal û aşkere dê çareser bibin.

 

Behram Qasimî got, zêdebûna aloziyan di têkiliyên welatên cîran de, di demekê de ku herêm û cîhan ji ber krîza terorîsm, tundrewî û berdewamiya dagîrkariya Felestînê ji aliyê rejîma Îsraîlê dinale, bi qazanca ti dewlet û milletekê herêmê nîne û gefê li berjewendiyên hemû aliyan jî dike.

 

Qasimî herwiha ji welatên nakok ên kendavê xwastiye, ku îbretê li ezmûnên tal ên li herêmê werbigirin û bi dûrketina ji hest û vegera ji bo aqilmendiyê, aloziyan kêm bikin û ber bi aramiyê ve tevbigerin.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê herwiha amaje bi dorpêçên welatên Kendavê yên li ser Qeterê jî kir û destnîşan kir, tedbîrên weke dorpêçkirinê di cîhana pevgirêdayî ya niha de sernakeve û nayê qebûlkirin.

 

Îro di berdewamiya alozî û nakokiyên navbera Erebistana Siûdî û Qeterê, Erebistanê hemû pêwnediyên xwe bi Qeterê re dan rawestandin. Piştre her yek ji welatên Îmarat, Misir û Behrêynê jî pêwnediyên xwe bi Qeterê re qut kirin.

 

Herwiha ji bilî wan her 4 welatên erebî, 3 welatên Lîbya, Yemen û Maldîv jî biryar dan, ku pêwendiyên xwe yên bi Qeterê re qut bikin.

 

Wezareta Derve ya Qeterê li hember biryara wan welatan di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew ji ber biryara wan welatan a ji bo qutkirina pêwnediyan xemgîn in.

 

Qeterê herwiha diyar kir, ku qutkirina pêwendiyên bi wî welatî re li ser îdiayên bêbingeh bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst