NY: Birîndarên Hûsiyên Yemenê li Omanê têne dermankirin

04-12-2018
RÛDAW
Çekdarên Hûsî li bajarê Senaa ya paytaxta Yemenê, wêne: Hani Mohammed / AP
Çekdarên Hûsî li bajarê Senaa ya paytaxta Yemenê, wêne: Hani Mohammed / AP
Nîşan Netewên Yekgirtî Ferhan Heq Yemen Çekdarên Hûsî Oman Dermankirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ragihand, birîndarên Hûsiyên Yemenê li welatê Omanê têne çareserkirin û da xuyakirin, ev yek xaleke giring e ji bo dirustbûna baweriyê di navbera aliyên Yemenê de û çareserkirina krîza li wî welatî.

 

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, Ferhan Heq di konferanseke rojnamevanî de ragihand, roja Duşembiyê birîndarên Hûsiyan bi balafirekê bo Omanê hatin şandin.

 

Ferhan Heq herwiha ragihand jî, çareserkirina van birîndaran li Mesqet a paytexta Omanê, xaleke giring e ji bo dirustbûna baweriyê di navbera aliyên nakok de li Yemenê û çareserkirina krîzên li wî welatî.

 

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî got: “Balefirekê Yemen bicih hiştiye û ber bi Omanê ve birêketiye. Ez bi hêvî me, ev alîkar be bo serederîkirina ligel endamên birîndar nê Nesrullahê. Pêwîst e em pêşveçûnên îro bibînin. Ji ber ku eger hemû kes bikaribin bi selametî bigihen Mesqetê, ev dibe xaleke giring ji bo dirustbûna baweriyê di navbera aliyan de, ji ber vê yekê spasiya wan hemû grûpên cuda dikin ku di vê proseyê de alîkar bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst