Galeriya wêneyan

04-10-2020
17 Photos
RÛDAW

Piştî ragirtina rê û resmên hec û umreyê ji aliyê Siûdiyê ve ji ber Coronayê di Adara îsal de, îro, 04.10.2020, geştên umrê dest pê kirin û bi hezaran umrekar çûn ber Kabeyê û nimêj û dua kirin.

Destpêkirina umrê bi 3 qonaxan dibe û Wezîrê Hecê yê yê Siûdiyê dibêje, ew dê rojane rê bi 6 hezar umrekaran bidin.

Di qonaxa duyem de ku di 18ê vê mehê destpê dike, hejmara umrekaran dê bo 15 hezar kesî bê zêdekirin. Ji 1ê meha Mijdarê ve dê rê bi umrekarên biyanî bê dayîn û hejmar dê bo 20 hezar kesî bê zêdekirin.

Birêveçûna umrê di vê demê de bi corek e, li gel her grûpeke umrekaran ku ji 20-25 kesî pêk tên, karmend û tîmên tendirustî amade dibin li hember her rewşekê.