Qasim Erecî: Kurdistaneke bihêz di berjewendiya Îraqê de ye

03-03-2024
Nîşan Qasim Erecî Nêçîrvan Barzanî Kurdistana Bihêz Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî got, “Kurdistaneke bihêz di berjewendiya Îraqê de ye jî.”

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê îro qediya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî li Antalyayê hevdîtinek kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, her du alî li ser mijarên enerjî û ewlehiyê axivîne.

“Kurdistaneke bihêz di berjewendiya Îraqê de ye”

Ofîsê da zanîn ku Barzanî Qasim Erecî behsa girîngiya hevahengiya Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Qasim Erecî da zanîn ku “Kurdistaneke bihêz di berjewendiya Îraqê de ye jî” û got, “Divê her du alî di çarçoveya aramiya siyasî de xwediyê helwesteke hevpar bin.”

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê

Li gorî amarên ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan belav kirine, îsal ji 148 welatan 4 hezar û 700 kes beşdarî forumê bûne.

Ji wan 19 serokên dewlet û hikûmet, 2 serokên Rêveberiya Taybet û 52 Wezîrên Karên Derve bûne.

Sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê 1ê Adarê dest pê kir û sê rojan berdewam kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê serpereştiya forumê dikir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi awayekî fermî hatibû vexwendin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di forumê de bi serkirde û wezîrên welatan re beşdarî civînan bû.

Di civînên Barzanî de pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê yên bi van welatan re, rewşa Îraqê û rûdanên herêmê hatin gotûbêjkirin.

Di forumê de mijarên wekî “nehiştina tundî û terorê, penaberî, Îslamîfobiya, metirsiyên hişê çêkirî yên ku nayên dîtin, guherîna avhewayê, karesatên xwezayî, vîrûs û qeyranên aborî” hatin nîqaşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst