Li Zanîngeha Qahîre 3ê teqîn pêkhatin

02-04-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li derdora zanîngeha Qahîre li devera Cîze 3 teqîn pêkhatin û di encam de 7 efser ji hêzên ewlekariyê birîndar bûn û efserek bi pileya Emîd jî hat kuştin.

Îro, 02.04.2014, 3ê teqînan zanîngeha Qahîre li Cîze hejandin ku bi rêya bombeyan hatibûn encamdan.

Li gorî medyay Misrê, di destpêkê de du teqîn li cihê kom bûna hêzên ewlekariyê li derdora zanîngeha Qahîre bi rêya bombeyan hatin encamdan.

Di wan her du teqînan de cîgirê rêveberê ewlekariyê li Cîze, Tariq Mercawî hat kuştin û 7 efser ji hêzên ewlekariyê birîndar bûn, ku di nav wan de efserekî polîs bi pileya lîwaa hebû.

Derdora zanîngeha Qahîre cihê kombûna hêzên ewlekariyê ye, yên ku bi erkê parastina ewlekariya zanîngehê radibin.

Herwiha piştî her du teqînan, teqîneke sêyem hat encamdan lê ti birîndar û kuştî ji encamê neketin.

Her li gorî medyay Misrê hêzên ewlekariyê derdora cihê teqînan dorpêç kirine û karîn bombeyeke din jî pûç bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst