Li Idlibê zarokek bi 2 seriyan ji dayîk bû

15-10-2022
RÛDAW
Li ser daxwaza malbatê nasnameya zarokê 2 serî nehate eşkerekirin
Li ser daxwaza malbatê nasnameya zarokê 2 serî nehate eşkerekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Idlibê li bakurê Sûriyê zarokekî 2 serî ji dayîk bû.

Li bajarê Idlibê zarokek li nexweşxaneya Neştergerî bi 2 seriyan ji dayîk bû û ew ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hate şandin.

Zarokî du serî ji dayîk bûye heta niha jî sax e û biryar e li nexweşxaneyeke Tirkiyê çareserî jê re were kirin.

Ev sêyemîn car e haleteke bi vî rengî li parêzgeha Idlibê çêdibe û yekem car di sala 2017 de bû, duyem car jî di sala 2018 de bû.

Piraniya zarokên ku bi 2 seriyan ji dayîk dibin najîn, lê eger zindî ji dayîk bû, wê demê dikare jiyana xwe bi awayekî normal berdewam bikin.

Li ser daxwaza malbatê nasnameya zarokê 2 serî nehate eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst