Gulperiyên 80 salî bi berhemên ku ji bin deryayê derdixin debara xwe dikin

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Koreya Başûr Gulperî Haeneyeo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girava Jejuyê ya Koreya Başûr jinên bi navê “Haeneyeo” ku tê wateya “Gulperiyan” bi firotina berhemên ku ji binê avê derdixin debara malbata xwe dikin.

Temenê haeneyeoyan ango gulperiyên avê di ser 80 salî re ye.

Gulperiyên avê li Girava Jejuyê yê ku 370 girên volkanîk li ser hene debara malbata xwe dikin.

Haenyeo, di heman demê de di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de cih digirin.

Ev jin bêyî ku tup bi kar bînin 9 metreyan dadikevin bin deryayê û 1,5 xulekan di bin avê de dimînin.

Tiştên ku ji binê deryayê berhev dikin difiroşin geştyaran.

Berpirsa Bazirganiyê ya Rêxistina Geştyaran a Koreya Başûr Maide Serin Çig li ser Haenyeosan û jiyana li Girava Jejuyê axivî.

Maide Serin Çigê diyar kir ku dîroka Haenyeoyan gelekî kevnar e û got:

“Li gelek herêman Haenyeo hene lê yên herî kevnar li Jejuyê ne. Haenyeoyên li vir jêhatî û bihêz in.

Ji ber pêşketina cîhanê û zehmetiyên kar, her ku diçe hejmara haenyeoyan kêm dibe. Ciwanên niha vî karî nakin.”

Haenyeoya 82 salî Park Yeonjayê ya ku xwe dîtiye neditiye vî karî dike û wiha pê de çû:

“Dayika min ev kar dikir. Ez ji wê fêr bûm û niha jî hewl didim fêrî keça xwe bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst