Hewlêr (Rûdaw)- Sitranbêja kurd Deşnê Mûrad ragihand ku ew di Cejna Halloween de beşdar bûye û tê de cilên kurdî li xwe kiriye.
Deşnê di bernameya Nûroj a Rûdawê de beşdar bû û behsa vê cejnê kir.
Wê sitranbêjê wiha got: “Zarokiya min li Holenda bû, wê demê Halloween gelekî belav nebibû, lê ez bi cilê kurdî di wê cejnê de beşdar bûm.”
Deşnê
Deşnê Mûrad derbarê vê mijarê de wiha domand: “Halloween ji zarokan re pir xweş e, ji ber zarok şeva wê şêrînî kom dikin û cilên tirsnak li xwe dikin û li fîlmên bixof dinerin.”
Li gorî wê sitranbêja kurd, Halloween di serî de cejnekî olî bû, lê niha ji qalibê olî derketiye û bi aliyê çandî ve çûye. Lewma Deşnê dixwaze êdî Halloween li Kurdistanê jî bê pîrozkirin.
Halloween çi ye?
Halloween tê wateya cejna zanayên olî yên mesîhî. Her sal li gelek welatên cîhanê bi taybetî li Amerîka û Brîtanya tê pîrozkirin.
Di vê cejnê de, xelk cilên nenormal li xwe dikin. Xwe dikin wek akterên fîlmên bixof. Rengên malên xwe diguherin û zarokên wan bi wan cilan li malan li şêrînî digerin.
Halloween her sal di 31 Cotmehê de birêve diçe. Ligel berfirehbûna wê di nava welatn cîhanê de, niha tiştên nû hatine nava wê cejnê.
27 kes di cejna îsal de mirin
Li paytexta Romanya Buxarêst, di encama teqîna lîstikên agirî di nava kilubeke şevane de, 27 kesan jiyana xwe ji dest da û 180 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî hêzên ewlehiyê yên wî welatî, şevê din nêzîkî 400 kes di kilubeke şevane de Cejna Halloween pîroz dikirin, lê lîstikên agirî bi wan de twqiyan û agir bi hemû avahiyê ket, di encamê de 27 kesan jiyana xwe ji dest da û 180 kesên din jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse