Polîsê Îranê: Karkirina jinan li nav qehwexane û coffeshopan de qedexe ye

31-08-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Îranê ragihand, karkirina jinan li nav qehwexane û coffeshopan (kofîşop) de qedexe ye ji ber ku ne li gorî pîvanên îslamî ye.

Beriya niha li Îranê hatibû ragihandin ku rêjeya bêkariyê li nav jinan de du qasî rêjeya bêkariya zilaman e.

Li gorî biryara nû ya polîsê Îranê wisa xuya ye ev rêj dê zêdetir jî bibe, çimkî Polîsê Cihên Giştî yê Îranê ragihandiye, nabe jin li nav cihên giştî yên mîna qehwexane, coffeshop, kafeteriya û cihên ku mêvandariyên giştî tê de tên kirin kar bike.

Berpirsê Polîsê Cihên Giştî yê Îranê Xelîl Hilalî ji malpera Tesnîmê ya îranî re gotiye, karkirina jinan li nav qehwexaneyan de qedexe ye heta jinên ku destûra fermî jî werbigirin.

Xelîl Hilalî diyar kiriye ku jin dikarin li beşa aşpêjxanê (metbex) de kar bikin lê nabe li nav qehwexane û coffeshopan de kar bikin ji ber ku ev yek li gorî qanûnê qedexe ye.

Lê hinek hiqûqzan û pisporên qanûnên Îranê dibêjin, di qanûnên Îranê de bi taybet di Destûra Bingehîn a wî welatî de karkirina jinan li nav cihên giştî de nehatiye qedexekirin tenê karên giran û zehmet ji jinan re hatiye qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst