Ji hêrsa hevalê xwe bezê xwe kişand û kir sabûn!

25-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li Çînê, keçikekê ji hêrsa hevalê xwe bezê (dohn) xwe kişand û kir sabûn!

Çend roj berê li Çînê tiştekî sosret çêbû. Keçikekê li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek belav kir û got, min bezê xwe kişand û kir sabûn ji dayîka xwe re wek diyarî şand!

Wê keçka çînî di peyama xwe de sedema vê yekê jî eşkere kir û got, çendekî beriya niha hevalê min (xoştiviyê wê) qelewbûna min kir hêcet û ez terikandim. Ez jî çûm nexweşxanê û min bezê xwe kişand û kir sabûn.

Vê bûyera sosret dengek mezin di cîhanê de vedaye û ew dengvedan heta niha jî didome. 



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst