AMED - Pêşengeha Geştyarî û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê

24-03-2022
RÛDAW
Nîşan Geştyarî û Gastronomiyê ya Mezopotamya Amed Omêd Xoşnaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê “Yekemîn Pêşengeha Geştyarî û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê” bi beşdariya gelek sazî û kesayetên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê destpê kir.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê dibêje, ew dixwazin Mezopotamyayê li ser asta cîhanê bikin markayeke geştyariyê.

Mehmet Kaya, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, dibêje, “Pêşengeha me tenê ne ya Amedê ye bi beşdariya 9 bajaran û hevkariya TURSAB û DÎFAŞê hatiye organîzekirin. Armanca me ew e, Mezopotamyayê li ser asta cîhanê bikin markayeke geştyariyê. Em li erdnîgariyeke ku tiştên yekem lê destpê kirine dijîn. Yekem, îbadetxane, yekem berhemên çandiniyê, yekem kedîkirina ajelan, yekem hebûnên çandî û li ser van hebûnan şopên cuda yên şaristanî, gel û olan. Ev hemû derfetên me ne, ku ji geştyariyê dahatê bidest bixin.”

Şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Omid Xoşnav û bi odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Hewlêr, Silemanî û Duhokê beşdarî pêşengehê bû. Omid Xoşnav dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyê dide sektora geştyariyê û dixwazin geştyariyê di navbera gel û pêkhateyan de bikin pirek.

Omid Xoşnav, Parêzgarê Hewlêrê, dibêje, “Di plan û bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de mijara girîngîpêdana bi kerta geşt û gûzarê hevdem li gel sektorên din li Herêma Kurdistanê cihê girîngiyê ye bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Em dixwazin geşt û gûzarê bikin pirek ji bo bi hev gihandina gel û pêkhateyên ciyawaz ên navçeya me.”

Beşdarvan balê dikşînin ser dewlemendiyên dîrokî û çandî yên Mezopotamyayê, ku divê bo geştyariyê bên bikaranîn.

Serokê TURSABê, Firuz Baglikaya, dibêje, “Axa Mezopotamyayê bi dîroka xwe ya 12 hezar salî ku nimûneya wê nîne ji bo mirovahiyê, ji bilî dewlemendiyên xwe yên dîrokî û çandî, bi mirov, xwarin, hunerên destî û mêvanperweriya xwe herêmeke bersiva hemû daxwazên geştyariyê dide.”

Parêzgarê Amedê jî, behsa dîroka olan û gastronomiyê ya Mezopotamyayê dike.

Munir Karaloglu, Parêzgarê Amedê, tekez dike, “Mezopotamya, cihê ku dîroka şaristaniya mirovahiyê lê hatiye nivîsandin e. Mezopotamya cihê ku dîroka bawerî û olan a mirovahiyê lê destpê kiriye û geş bûye. Eger hûn gastronomiya Mezopotamyayê neyînin ziman, hûn nikarin gastronomiya mirovahiyê binivîsînin.”

Pêşengeha ku dê dîrok, çand, xweza, jiyana kovî û tama xwarinên bajarên Amed, Riha, Semsûr, Êlih, Mêrdîn, Kilîs, Şirnex, Sêrt û Dîlokê bê pêşandan dê heta 27ê Adarê berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst