Li Mûşê aşê dîrokî li hemberî teknolojiyê li ber xwe dide

22-09-2023
RÛDAW
Nîşan Mûş Aşê Dîrokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, aşê ku berî 160 sal hatiye çêkirin, niha li hemberî pêşketinên teknolojiyê berxwe dide û dexlûdan dihêre.

Bi dîroka xwe re kevneşopiya aşî jî nehatiye guhertin.

Aşvan Cemal Duzgunerê 72 salî dibêje ew li beramberî karê dike pere nastîne û li gorî çanda bavûbapîrên xwe diçe.

Li gundê Eskenderê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê aşê 160 sal berê hatiye avakirin hîna jî dixebite.

Aşê avê yê ku hîna li ber xwe dide li ser qenala avê ya diherike gola Hamurpetê hatiye avakirin.

Cemal Duzguner ku 35 sal in di vî aşî de aşvaniyê dike çanda ji pêşiyên xwe girtiye dide berdewamkirin.

Duzguner di berdêla karê dike de, li cihê pere beşek ji genimê hêrayî distîne.

“Ez bimrim, kes çerxên aş nazivirîne”

Cemal Duzguner anî ziman ku berê wî 12 mehê salê kar dikir û di 24 demjimêran de 100 heta 150 tenekeyên genim dihêra.

Cemal got, “Gundiyên derdorê hemû dihatin vir. Bi ker, hesp û erebeyên bi pişta gayan ve genimê xwe dianîn. Niha ti kes çandiniya dexlûdan nake. Hinek caran ew kesên zeviyên xwe çandine tên vir.”

Cemal Duzguner diyarkir ku aşên dîrokî û orjînal li navçeyê nemane û wiha axivî:

“Min vê pîşeyî ji bav û kalên xwe girtiye lê ez ji vê cîhanê koç bikim çerxên vî aşî jî êdî nazivirin.”

Pere nastîne

Aşvan Cemal Duzguner da zanîn ku ew ji 20 tenekeyan tenê tenekeyek digire û got:

“Ev çand  jî ji bavûbapîrên me ji me re maye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst