Rengîn Şero: Ez dixwazim stîl û cilên min wek yê penaberan be

21-12-2015
Hîwa Selah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Peyamnêra Rûdawê Rengîn Mihemed Selîm (Rengîn Şero) dibêje, li ser raporeke Rûdawê ez ji partiya xwe hatim dûrxistin. Herwiha dibêje, “ez dixwazim stîl û cilên min wek yê penaberan be.”

Rengîn Şero (28 salî) li gundê Dugurka yê nêzîkî bajarokê Dêrikê jidayik bûye, lê li bajarokê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê mezin bûye. Beşê derûnasî li Zanîngeha Dîmeşiq a Şamê xwendina xwe qedandiye.

Şero di vê hevpeyvînê de behsa destpêka karê xwe di warê ragihandinê de dike û dibêje, cara yekê wê têst derbas nekir û rahêner jî re gotibû ti bikêrî karê ragihandinê nayê. Lê Rengîn teslîm nebû û niha yek ji peyamnêrê çalak ên Rûdawê ye.

Rûdaw: Te derûnasî xwendiye, çawa ti bû peyamnêr?

Rengîn Şero: Min biryar nedabû ku di warê ragihandinê de kar bikim. Ez wek kadroyeke siyasî ji Rojavayê Kurdistanê hatibûm Başûr. Me serdana Rûdawê kir û me Rêvebirê Giştî yê Rûdawê Kekê Ako Mihemed dît. Wî semînarek pêşkêş kir. Wî deriyê pirsan ji me re vekir û min jî çend pirs jê kirin. Êdî wî ji min re got, divê ti bibe peyamnêra Rûdawê. Min jê re got ez tiştekî ji ragihandinê nizanim, lê wî got, emê te fêr bikin. Piştre min têsta Rûdawê derbas nekir. Rahênerê Rûdawê Kekê Elbêrt ji min re got, ti bikêrî karê ragihandinê nayê. Lê Rêveberê Rûdawê got, dê baş bibe, ji ber ku bi wêrekî li pêşiya kamera rawesta.

Rûdaw: Ti berê kadroya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bû, çima te dest jê berda?

Piştî ku min li Rûdawê çend rapor amade kirin û ew rapor ne di berjewendiya wan de bû, min ji partiyê dûr xistin. Lewma niha ez ne endama ti partiyeke siyasî me.

Rûdaw: Pêwendiya te bi PYDê re çawa ye?

Pêwendiya min bi hemû partiyên Rojava re baş e. Ez dixwazim bêjin, ku ez yekemîn peyamnêra Rûdawê bûm ku derbasî nava dezgehên PYDê bûn. Herwiha yek ji wan peyamnêran bûm ku min muhleta kar li Rojavayê Kurdistanê ji PYDê wergirt. Piştî qedexekirina Rûdaw li Rojava jî min zêdetirî 12 fîçer li wir amade kirin, bê ku kes rê li pêşiya min bigire.

Rûdaw: Dibêjin di dema amadekirina raporên xwe de gelek caran ti li nava kampan de digrî?

Bi dehan car ez ji ber rewşa wan penaberan û dijwariya jiyana wan, têr girya me. Gelek caram min ji ber vê yekê hizir kiriye ku dest ji karê ragihandinê berdim, ji ber ku ez gelekî xema wan dixwim.



Rûdaw: Tu dixwazî li Başûr an Rojavayê Kurdistanê peyamnêriyê bikî?

Bêguman li Rojavayê Kurdistanê, hest dikim kar li wir xweştir û berfirehtir e, lê her kes nikare li wir kar bike. Bi baweriya min, her raporek li Rojava bi 10 raporan e li Başûrê Kurdistanê.

Rûdaw: Beşê herî mezin ji raporên de li kampên penaberan e, li Rûdawê dibêjin, eger kamp nemînin Rengîn dê çi bike?

Bila kamp nemînin û bila karê min nemîne. Xweska yek kamp li Başûr nemîne û bila ez li malê bêkar rûnêm. Kar li kampan ji dilsoziya min li hemberî êş û azara penaberan e û bo belavkirina dengê wan e.

Rûdaw: Gelk xelkê Rojava diçin Ewropa, ti dixwazî li Rojava yan li Ewropa bijî?

Ti carî min hizir nekiriye ku biçim Ewropa û li wir bijîm, eger min xwestiba, ezê ji serî de çûbama wir. Lê ez dixwazim sibe, vegerim Rojavayê Kurdistanê.

Rûdaw: Te çawa hevjînê xwe Dilşad nas kir?

Min li nava Rûdawê ew nas kir. Ew hevalê bêjerê Rûdawê Dildar Herkî bû, bi serdan hatibû cem Dildar û wî em bihev dan naskirin.

Rûdaw: Dibêjin piştî ti zewicî, ti nema giringiyê dide xwe, ev yek rast e?

Na, ne ji ber ku ez zewicîme, ji ber ku niha dema min tune ye ku zêdetir giringiyê bi xwe bidim. Herwiha piraniya karên min di kampan de ye, ez naxwazim bi cilêm mode û pêlavên bilind û bêhna xweş biçim nava penaberan. Ez dixwazim stîla min wek ya xelkê kampan be, ne xwe ji wan bilindtir bikim.

Rûdaw: Ti ligel karê malê çawa yî?

Ez dizanim piraniya xwarinan çêbikim. Tenê nizanim serûpî û kutilkan çêbikim, lê ji ber dare min, nikarim heroj xwarinê çêbikim.

Rûdaw: Ti naxwaze zarokên te çêbibin?

Heta ku ez li Rûdawê bim, bawer nakim, ji ber ku Rûdaw hemû dema min dibe, xwedîkirina zarokan jî niha pir zehmet bûye. Herwiha hest dikim ku ezê gunehbar bibim eger zarokekî bînim vê dinyayê, ji ber ku ez bi xwe li vir penaber im û ew jî dê li vir dê bibe penaber û bê nasname.

Rûdaw: Ti werzişê dikî?

Heta 16 saliya xwe, ez lîstikvana tekwando bûm. Min zêdetirî 5 lîstikan dikir, lê piştre ez nikarîbûm berdewam bim û niha gelekî qelew bûme, ji ber ku werzişê nakim.

Rûdaw: Tu ji kîja tîmê hez dikî?

Ez ji gelekî ji tîma Brazîlyayê hez dikim. Dema Brazîl li hemberî Almanya bi 7 golan ket, ez gelekî gelekî giriyam û 3 rojan neçûm ser karê xwe.

Rûdaw: Xewna Rengîn çi ye?

Xewna min ew e, ku ez vegerim ser karê xwe yên derûnasiyê, herwiha bikaribim xwendina xwe ya bilind berdewam bikim û vegerim bajêrê xwe û li nêzîkî malbata xwe bijîm û min tiştekî din navê.

Rûdaw: Dibêjin di serî de te nizanîbû bêje, Kewirgosik, niha ti zane?

Mezintirîn pirsgirêka min ew navê kampa Kewirgoskê ya penaberên Rojava bû, min digot, “Kewre Gosk”. Carna min 20 caran dûbare dikir, lê dîsa nedihat ser zimanê min, lê niha ez dibêjim, Kewirgosk.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst