Ji Gola Wanê 45 ton gilêş û zibil hat komkirin

17-04-2022
RÛDAW
Nîşan Gola Wanê Paqijkirin zibil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo Gola Wanê şîn bimîne 45 ton gilêş û zibil ji nav golê û peravên golê kom kirin.

Li navçeya Rêya Armûşê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, li peravên Gola Wanê, bi pêşengiya Komeleya Aktîvîstên Gola Wanê û Şaredariya Rêya Armûşê xebata paqijkirinê hat meşandin.

45 ton gilêş û bermayiyên ku hatin komkirin, bi barhilgiran bo kêlgeha bermayiyên hatin veguhestin.

Qeymeqamê Navçeya Rêya Armûşê  İhsan Emre Aydın dibêje “Bila Gola Wanê paqij bimîne. Me wek Şaredariya Rêya Armûşê û çalakvanan di qada berpirsiyariya xwe de bi hemû karmendan xebata paqijkirinê meşand.”

Bêguman ji bo paqij mayîna Gola Wanê xebatên paqijkirinê têrê nakin, lewra divê xelk di vê mijarê de agahdar be û zibil û paşmayiyên xwe navêjin Gola Wanê.

Qeymeqamê Navçeya Rêya Armûşê  İhsan Emre Aydın got jî “Gelek kîsên gilêşê û plastîk derketin. Plastîk bin, paçên zarokan bin, bermayiyên plastîkan bin, hemû zerareke mezin didin derdora me û Gola Wanê. Em bi karmend, çalakvan û xwebexşan re paqij dikin, lê ev têr nake.”

Gola Wanê mezintirîn gola Kurdistanê ye, rûberê wê 3 hezar û 713 kîlometre duca ye. Rêjeya xwê û sodaya wê zêde ye. Bi giştî bilinbûna asta ava wê ji asta deryayê hezar û 464 metre ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst