Kelha di bin kontrola HSDê de bûye cihê geştyarî

14-06-2022
RÛDAW
Kelha Ceiber di nav gola bendava Feratê de ye û pêşwaziyê li geştyaran dike
Kelha Ceiber di nav gola bendava Feratê de ye û pêşwaziyê li geştyaran dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Reqa, ku DAIŞê ji xwe re kiribû paytext, niha her ku diçe xweştir dibe aramî lê peyda dibe, geştyar jî seredana kelha wê dîyarîkî Caber dikin.

Li Reqa cihekî geştyarî heye, berê ji piraniya Sûriyê serdana wê derê dikirin, ew jî Kelha Caber e, ew giraveke di nav gola Bendava Feratê de ye, niha di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de ye. Gola derdora wê dîmenekî xweşiktir daye kelhê.

Ev kelha ku piştî Şerê Sûriyê bo demekê ji aliyê grûpên cîhadî ve dihat bikaranîn, niha hêdî hêdî rewşe wê vedigire wek berê. Bala geştyarên ji hemû navçeyên Sûriyê dikşîne.  Geştiyar di nav kelehê de digerin û wêneyan dikşînin.

Geştyarek dibêje, ji ber şer û aloziyan wan nikaribû serdana kelehê bikin, lê niha careke din dikarin biçin û ziyaret bikin.

Geştyarê ji Minbicê Mohammad dibêje: “Derfeta me çêbû werin Kelha Caber bibînin, ev der cihekî gelekî xweş e, ya xweştir ji cih kombûn û gihiştina hevdû ya xelkê li derdora vî cihî ye. Wek hûn jî dibînin, xelk kêfxweş in, rewşa vir baş e. Em kêfxweş in bi vê serdanê, bi izna Xwedê gelek carên din jî em dê werin vir."

Geştyarê ji Reqayê yê bi navê Abdullah el- Cebar jî got: “Nêzîkî 10 salan dibe ez nehatime vir, ji ber şer û aloziyên ku çêbûn, me nikarîbû bên."

Li wir li aliyekê govend tê gerandin, li alieyek din geştyar û zarokên xwe di nav gola derdora kelehê de melevaniyê dikin.

Geştyarekî ji Laziqiyê jî got, keça wî li dibistanê li ser keleha Ceeber xwendibû, her dem jê dixwst serdana kelehê bike.

Geştyarê ji Laziqiyê Radwan Kahawati dibêje: “Ji bo em seyranê û melevaniyê bikin, keça min ji min re di got me bibe Cebar, li dibistanê li ser xwendibû.”

Ji destpêka havînê û piştî başbûna rewşa ewlekariyê hejmareke zêde ya geştyaran serdane Keleha Caber dikin.

Şûnwarekî kevnar ê giring e û mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye.

35 pir û mizgefteke Kelha Caber hene, berê muzexaneyek tê de hebû ku bi dehan parçeyên şûnwarî li xwe digirtin, lê ji aliyê DAIŞê ve hat talankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst