Kanî Helabceyî: Ez dîn kirim

10-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rojnamevan û Peyamnêra Rûdawê li Holnda, Kanî Helebceyî facebooka wê hatiye hekkirin û bi navê nêrîn û postên siyasî li ser malpera wê tên belavkirin, ew jî dibêje, “Wan kesan ez dîn kirim.”

Kanî Helebceyî ji Rûdawê re ragihand: “Li facebookê bi navê min tiştên siyasî tên belavkirin. Malpera min hek kirine. Bi ti awayî ew peyamên ku tên belavkirin ne nêrîna min a siyasî ye. Wan kesan ez dîn kirim.”

Wê rojnamevanê wiha got: “Di peyamên xwe de li ser navê min nivîsandine ku, qaşo Sîrwan Barzanî demançeyek bi diyarî daye min û dê min bike pasevana xwe. Ev gotin derew in û ne min gotine.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst