Maya: Bila dersa seksê li dibistana bê dayîn

10-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Sitranbêj û pêşkeşkara libnanî Maya Diyab di nûtirîn daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku dersa seksê li nava dibistanan were xwendin, ji ber ku dê bibe sedema kêmbûna destdirêya seksî.

Maya Diyab di bernameyeke televîzyonî de ragihand: “Di nava ereban de roj bi roj destdirêjiya seksî zêde dibe, ev bûye sedem ku berdewam metirsî li ser keçan hebe.”




Wê keça hunermenda libnanî wiha got: “Baştirîn çareserî bo kêmkirina destdirêjiya seksî, xwendina rewşenbîriya seksê ye li navendên xwendinê, da ku her kes fêrî exlaq û rewşenbîriya seksê bibe û rêz li regezê li hemberî xwe bigire.”

Maya Diyab wiha domad: “Gerek keç û kur beriya zewacî bi hev re di yek malê de bi tenê bijîn, da ku baş hevdu nas bikin, lê ew jî bi bêseks, ji ber ku ez jî bi yarê xwe re wisa jiyam.”

Diyab sala 1980 li Libnanê hatiye dinê. Di serî de manken bû û piştre derbasî nava karê hunerî û sitranan bû. Herwiha di televîzyonê de karê pêşkêşkara bernameyan dike. Hevjînê wê bazirganekî mezin e û keçek wê heye.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst