Îşev Apple du cureyên nû İphone 6ê aşkera dike

09-09-2014
RÛDAW
rudaw
rudaw
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Şîrketa Apple du cureyên nû yên İphone 6ê dixe bazarê. Bi milyonan kes li benda aşkerakirina telofonên nû bû ku kengê bê aşkerakirin. Ragihandina îro 9ê îlonê ye.

 

Li gorî kovara aborî Forbisê, Apple 15emîn şîrketa mezin a cîhanê ye û buhayê wê nêzîkî nîv trîlyon dolar e. Li gorî statîstîkan, heta niha ji 150 milyonê zêdetir amêrên Apple li cîhanê hatine firotin û bi şîrketên teknolojiye re ketiye nav pêşbirkeke mezin.

 

Apple, berhema sala 2014ê veşartî hîştibû. Rojnameya New York Times dinivîse, ji bilî 2 cureyên İphonê dê Apple amêreke dîtir jî İWatch bide nasandin.

 

Ev amêr wek demjimêrek di destê mirov de cih dibin wek computerê tê bikaranîn. Bi taybet karmendên tenduristî piranî çaverêya vê amêre dikin. Lê diyar nîne ku hemû tiştên tên gotin rast derkevin. Dê her tişt îşev diyar bibe. Di dema derketina İphone 5 de hin pêşbîniyên medyayê rast derneketibûn.

 

Tim Cook, serokê şîrketa Apple îro 2 amêrên nû yên şîrketê radigihîne. Tim di bin zexteke mezin de ye ku cihê serokê berê yê şîrketê û damezrînerê wê Steve Jobs girtiye.

 

Serokê Şîrketa Vivaldi di warê mijarê de dibêje; “Ev ragihandin bo Tim pir girîng e. Wî cihê Steve Jobê dagirtiye. Dibe ku nîşan bide ew jî wek Steve dikare bi wê tîmê re kar bike.”

 

Li gorî kovara Forbisê Amerîka, îro demeke nû di teknolojiya cîhanê de dest pê dike û xelq dikare vê telefonê şûna kartên krêdiyê û kartên elektronîk bikarbîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst